Jiyan

Nûkirina Keleha Kehtayê ya ku di erdhejê da zirar dîtibû hindik ma ku biqede

Orhan Pehlül  | 29.04.2024 - Rojanekırın : 04.05.2024
Nûkirina Keleha Kehtayê ya ku di erdhejê da zirar dîtibû hindik ma ku biqede

Adıyaman

Keleha Kehtayê ya ku di erdheja 6ê Sibata 2023yan a ku navenda wê Kahramanmaraş bû da zirar dîtibû, piştî xebatên nûkirinê yên ku hindik maye biqedin, wê mêvanên xwe biezimîne.

Keleha ku li ser rêya Çiyayê Nemrûdê ye û şopa sê şaristaniyên girîng lê heye, di sala 2005an da ji ber sedemên ewlehiyê ji ziyaretvanan ra hat girtin.

Di kelehê da xebatên nûkirinê di sê qonaxan da hatin kirin û di Tebaxa 2022yan da ji ziyaretvanan ra hat vekirin.

Ji ber erdhejên 6ê Sibata 2023yan di keleha ku ji aliyê Qraltiya Kommageneyê hatiye çêkirin da li çend cihan xisar çêbû û ew dîsa ji ziyaretvanan ra hat girtin.

Qismekî girîng a xebatên nûkirinê ji aliyê ekîbên pispor va hat temamkirin.

Di çarçoveya xebatên nûkirinê da dîwarên hilweşiyayî yên li beşa sûkê ya kelehê hatin temîrkirin û li hin qisman jî xebatên hevpar ên xurtkirinê hatin kirin.

Tê texmînkirin ku xebat wê di demeke nêzîk da biqedin û kelehê di nav 2 mehan da ji ziyaretvanan ra bê vekirin.

Alîkarê Midûrê Muzeyê Mustafa Çelîk bi bîr xist ku di erdhejên par da kelehê zirar dît.

Çelîk anî ziman ku piştî erdhejê xebatên nûkirinê hatine destpêkirin û wiha axivî: "Erdheja ku li 11 bajaran tesîra wê çêbû, li Adiyemanê jî tesîreke cidî li ser Keleha Kehtayê kir. Wezareta me bi lez û bez gav avêt û xebatên nûkirinê da destpêkirin û xebat ber bi qedandinê va diçin. Tê plankirin ku keleh di demeke nêz da ji ziyaretvanan ra bê vekirin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın