Dinya

Nîkaraguayê di Dîwana Edaletê ya Navneteweyî da Almanyayê sûcdar kir ku çekan difroşe Îsraîlê

Selman Aksünger, Zuhal Demirci  | 08.04.2024 - Rojanekırın : 13.04.2024
Nîkaraguayê di Dîwana Edaletê ya Navneteweyî da Almanyayê sûcdar kir ku çekan difroşe Îsraîlê

İngiltere

 Nîkaragûayê di Dîwana Edaletê ya Navneteweyî (DEN) da ji ber ku ew piştgiriya eskerî û siyasî dide Îsraîlê û çekan difroşe dijî Almanyayê doz vekir.

Di roja yekem a rûniştina dozê da Nîkaragûayê rêveberiya Berlînê sûcdar kir û got Almanyayê guh neda xetereya dibe ku li Xezeyê nijadkujî bê kirin û piştgiriya xwe domand.

Balyozê Laheyê Carlos Jose Arguello Gomez axaftina vekirinê ya dozê kir.

Serokwezîrê berê yê Urdinê û Alîkarê Serokê berê yê DENê Avn Shavkat al-Hasavne ji hêla Nîkaragûayê va wek dadgêrê berwext hat wezîfedarkirin û sond xwar.

Doz ji gel ra vekirî çêbû, Nîkaragûayê ji Dadgehê daxwaz kir ku ew dijî Almanyayê biryarê bide ku heta doz bi dawî bibe zirareke mezin çênebe.

Balyozê Laheyê Carlos Jose Arguello Gomez di Dîwana Edaletê da Îsraîl sûcdar kir ku ew nijadkujî jî di nav da gelek sûcan dike û guh nade mafên mirovan.

Arguello Gomez wiha got: "Ne mimkûn e ku Almanya nizanibe ku çekên ku dane Îsraîlê ji bo bombekirina zarok, jin û mêrên Filistînî tên bikar anîn. Almanyayê guh da Îsraîlê û alîkariya ji bo UNRWAyê qut kir û guh neda xetereya dibe ku li Xezeyê nijadkujî bê kirin."

Almanyayê sibê li dîwanê dijî gotinên Nîkaraguayê wê parastina xwe bike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.