Nêçîrvan Barzanî: PKK ji bo Hewlêr û Bexdayê serêşiyeke mezin e
Baghdad
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku PKKya rêxistina terorê axa herêmê li dijî Tirkiyeyê bi kar tîne ku ew vê qebûl nakin û got rêxistin ji bo Hewlêr û Bexdayê 'serêşiyeke mezin e'.
Barzanî daxuyanî da kanala El Erebiyeyê û diyar kir ku divê çalakiyên milîsên Şiî yên li Iraqê (êrîşên dijî baregehên Amerîkayê) bên rawestandin û ew bi fikar in ku Bexda wê nikaribe Herêma Kurdistanê biparêze.
Barzanî anî ziman ku pirsgirêkên heyî ji yên dema DEAŞê dijwartir in, xeta eniyê nayê zanîn û daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir ku di parastina Herêma Kurdistanê da bila roleke girîng bilîze.
Der barê hêzên koalîsyonê yên ku Amerîka serkêşiya wan dike yên li Iraqê da jî Barzanî wiha got: "Hikûmeta Herêma Kurdistanê nikare tena serê xwe der barê hebûna hêzên koalîsyonê da biryarê bide, ew ê li gel hikûmeta navendî ya Iraqê biryarê bidin."
Barzanî îdiayên ku dibêjin pêwendiya hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Îsraîlê ra heye qebûl nekir û got, “Tu pêwendiyên me bi Îsraîlê ra tune û li cem me tu baregehên Mossadê jî tune ne."
Barzanî got Tehran nikare der barê hebûna Mossadê ya li HKIyê da tu belgeyekê jî pêşkêşî Bexdayê bike.
Serokê HKIyê Barzanî wiha got: "HKI ji bo Îranê ne cihê metirsiyê ye. Îran bû sedema mirina sivîlan. Êrîşa Îranê di çarçoveya dostaniyê da nikare bê nirxandin."
Barzanî destnîşan kir ku ew qebûl nakin ku PKKya rêxistina terorê axa Herêma Kurdistanê li dijî Tirkiyeyê bi kar bîne û got PKKya rêxistina terorê ji bo welatên cînar (Tirkiye) çavkaniya metirsiyê ye û ji bo Hewlêr û Bexdayê jî serêşiyeke mezin e.
