Dinya

Musk ji Navarroya şêwirmendê biqidem ê Trump ê ji bazirganiyê berpirsyar ra got ku "kêmaqil"

Irmak Akcan  | 08.04.2025 - Rojanekırın : 09.04.2025
Musk ji Navarroya şêwirmendê biqidem ê Trump ê ji bazirganiyê berpirsyar ra got ku "kêmaqil"

Ankara

Elon Muskê şêwirmendê biqidem ê Donald Trumpê Serokê Amerîkayê ji bo Peter navarroyê şêwirmendê biqidem ê Trump ê ji bazirganî û hilberî berpirsyar got ku "kêmaqil."

Navarro duh do hevpeyvîna xwe ya li CNBCyê da behsa Musk kiribû û Musk jî bersiva wê da.

Musk ji bo gotina Navarro ya wekî "Ew hilberînerekî erebeyan nîne. Montajkarê erebeyan e." got ku "Navarro birastî jî kêmaqil e. Tiştên ku li vir dibêjin bi awayekî eşkere şaş in."

Musk diyar kir ku şirketa ku herî zêde xwedî erebeyên li Amerîkayê hatiye çêkirin Tesla ye û got ku "Navarro ji çewaleke tuxleyan bêaqiltir e."

Musk di bersiva xwe da Navarro û hesabê bi navê "IfindRetards" etîket kir û got ku Tesla "hilberînerê otomobîlan a entegre ya herî qinc ya li Amerîkayê ye."

Navarro di hevpeyvîna xwe da gotibû ku Tesla ji welatên cuda parçeyên erebeyan tîne û li Amerîkayê bi hev va monte dike û Musk "montajkarekî erebeyan e."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.