Dinya

Mizakereyên der barê agirbesta li Xezeyê da sibê li Misirê dest pê dikin

İbrahim Khazen, Esat Fırat  | 02.03.2024 - Rojanekırın : 05.03.2024
Mizakereyên der barê agirbesta li Xezeyê da sibê li Misirê dest pê dikin

Al Qahirah

Hat ragihandin ji bo ku şerê ku li Xeta Xezeyê ya ku Îsraîlê dagir û dorpêç kiriye bê rawestandin navbeynkar dê sibê ji nû va dest bi mizakereyan bikin.

Çavkaniyeke payebilind ji têlevîzyona El-Qahîreyê ya Misrê ra axivî û diyar kir ku dê sibê li Qahîreyê mizakereyên ku ji bo li Xeta Xezeyê pêkanîna agirbestê dewam dikin, bidomînin.

Çavkaniyê ku navê wî nehat eşkerekirin bal kişand ku di mizakereyên ku berî meha remezanê li Xezeyê îlankirina agirbestê da "pêşketin" çêbû û got ku dê hemû alî beşdarî mizakereyên ku dê sibê dest pê bikin, bibin.

Çavkanî destnîşan kir ji bo ku berî meha remezanê agirbest çêbe Misir gelekî hewl dide û got ku "Di mizakereyên agirbestê da pêşketineke berbiçav heye û em hewl didin ku peymaneke adil pêk bînin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın