Dinya

Misrê di Dîwana Edaletê ya Navnetweyî da Îsraîl sûcdar kir ku li Xezeyê bi qestî jiyanê dixe tengasiyê

- Mişawira Hiqûqê ya Wezareta Karên Derva ya Misrê Mûsa: - "Îsraîlê bi rêya dorpêçkirin û birçîhiştinê bi qestî li Xezeyê jiyanê dixe tengasiyê û pêşî li hemû derfetan digire"

Muhammet Tarhan  | 21.02.2024 - Rojanekırın : 22.02.2024
Misrê di Dîwana Edaletê ya Navnetweyî da Îsraîl sûcdar kir ku li Xezeyê bi qestî jiyanê dixe tengasiyê

Ankara

Di Dîwana Edaletê ya Navneteweyî (DEN) da li ser encamên hiqûqî yên bi destê Îsraîlê dagirkirina axên Filistînê û kirinên Îsraîlê rûniştin tên kirin. Di rûniştinan da Misrê Îsraîl sûcdar kir ku li Xezeyê bi qestî jiyanê dixe tengasiyê û pêşî li hemû derfetan digire.

Li Laheya paytextê îdarî yê Hollandayê li DENa ku di Qesra Aştiyê da fealiyetên xwe dimeşîne, der barê encamên hiqûqî ku Îsraîlê li ser axên Filistîna dagirkirî sepandin da rûniştin dewam dikin.

Mişawira Hiqûqê ya Wezareta Karên Derva Jasmine Mûsayê di rûniştinan da li ser navê Misrê axivî û diyar kir ku Îsraîlê li Xezeyê 29 hezar merivên bê sûc û guneh kuştin û 2,3 milyon meriv jî bi zorê ji cî û warên wan kir. Mûsayê destnîşan kir ku Îsraîlê bi van yekan va êrîşên xwe yên wehşî û binpêkirina hiqûqa navneteweyî domand.

Mûsayê wiha xeberda, "Îsraîlê bi rêya dorpêçkirin û birçîhiştinê bi qestî li Xezeyê jiyanê dixe tengasiyê û pêşî li hemû derfetan digire." û diyar kir ku Îsraîl ji bo vê mebesta xwe bombebarandinê didomîne û nahêle ku alîkariyên însanî werin belakirin.

Mûsayê destnîşan kir ku "êrîşa bejayî ya nêzîk" a Îsraîlê ya li ser bajarê Refehê ya li başûrê Xezeyê ku zêdeyî 1,4 milyon kes xwe spartinê, bi mebesta pêşxistina polîtîkaya şandina sivîlên Filistînî bi darê zorê ye.

Mûsayê diyar kir ku Îsraîl bi hevdemî êrîş û qedexeyên xwe yên li ser Filistîniyên li Şeriîeya Rojava zêde dike, xaniyên wan hildiweşîne û niştecihên cihû yên neqanûnî teşwîqî êrîşan dike.

Mûsayê bal kişand ser lawazkirina îhtîmala çareseriya du dewletî ya bi cihkirina cihûyan a neqanûnî ya Îsraîl berdewam e û destnîşan kir ku armanca dawî ya Îsraîlê ew e ku Filistîniyan bi temamî ji axa wan derbixe.

Mûsayê tekezî li wê yekê kir ku li gorî hiqûqa navneteweyî statuya axa Filistînê, Şerîeya Rojava, Xeze û Qudsê di nav de bi şerên çekdarî, polîtîkayên dagîrkerî û îlhaqê nayê guhertin û ji Dîwana Edaletê ya Navneteweyî xwest ku li gorî vê yekê biryarê bide.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.