Meteorolojiyê ji bo 6 bajarên li Başûrê Rojhilatê hişyariya germê da
Li Diyarbekir, Şanliurfa, Mêrdîn, Batman, Sêrt û Şirnexê di navbera 1 û 6ê Tebaxê da germahiya hewayê wê zêde be
Diyarbakir
Midûriyeta Herêma 15emîn ya Meteorolojiyê daxuyand li 6 bajarên Başûrê Rojhilatê Anadoluyê germahiya hewayê ya ku li gor demsalê dewam dike wê di nav hefteyê da di navbera 2 û 4 pileyan da zêde bibe.
Li gor daxuyaniya Midûriyeta Herêma 15emîn ya Meteorolojiyê li Diyarbekir, Şanliurfa, Mêrdîn, Batman, Sêrt û Şirnexê di navbera 1 û 6ê Tebaxê da germahiya hewayê wê zêde be.
Hat daxuyandin germahiya hewayê ya ku li gor demsalê ye wê di nav hefteyê da di navbera 2 û 4 pileyan da zêde bibe.
Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Diyarbekir 40-42, Şanliurfa 40-42, Mêrdîn 36-39, Batman 40-43, Sêrt 38-40, Şirnex 34-37 pile. Zarok, kal û pîr di serî da bila welatî bi taybetî di navbera saet 11.00-16.00î da dema herî germ ya rojê ye ji bo tavlêxistinê bi tevdîr û hişyar bin."
