Tirkiye

Mensûbê FETOyê yê firar Koray Vural bi operasyona MÎTê li Tacikistanê hat girtin

Mehmet Tosun  | 05.10.2023 - Rojanekırın : 06.10.2023
Mensûbê FETOyê yê firar Koray Vural bi operasyona MÎTê li Tacikistanê hat girtin

Ankara

Teşkîlata Îstixbaratê ya Neteweyî (MÎT) Koray Vuralê firar ku di lîsteya kesên ji ber terorê li wan digerin da di kategoriya "tûtik" da ye û ji ber "endamtiya FETOya rêxistina terorê ya çekdar" lêgerîna wî hebû, li Tacikistanê girt û anî Tirkiyeyê.

Li gor agahiya ku ji çavkaniyên ewlehiyê hat hildan, Vural bi rênîşandana FETOyê çûye Tacikistanê û li vê derê di binê banê rêxistinê da hatiye wezîfedarkirin, di nava fealiyetên rêxistinî yên li Asyaya Navîn û Tacikistanê da ji organîzatoran yek e.

Dema ku li Tacikistanê bûye, timî çûye Pensîlvanyayê û ji serkirdeyê FETOyê Fethullah Gulen telîmat standine, piştî ku Emsal Koçê mensûbê FETOyê yê firar anîne Tirkiyeyê, wî jî plana revê kiriye ku ji Tacikistanê bireve.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.