Aborî

Mehaneya esxerî ji bo sala 2025an bû 22 hezar û 104 lire

- Wezîrê Xebat û Ewlehiya Civakî Işikhan: Me mehaneya eskerî ya ku dê ji 1ê rêbendana 2025an vir va derbasdar be wek net 22 hezar û 104 lire diyar kir"

Özcan Yıldırım  | 24.12.2024 - Rojanekırın : 25.12.2024
Mehaneya esxerî ji bo sala 2025an bû 22 hezar û 104 lire

Ankara

Wezîrê Xebat û Ewlehiya Civakî Vedat Işikhan ragihand ku mehaneya esxerî ji bo sala 2025an wek net 22 hezar û 104 lire hat tesbîtkirin.

Wezîr Işikhan encama ku bi xebatêntesbîtkirina mehaneya esxerî ya ku dê sala nû derbasdar be yên ku ji hêla Komîsyona Tesbîtkirina Mehaneya Esxerî va hatin kirin bi civîna ku bi beşdariya heyetên karker û kardûran li Wezaretê li dar xist va eşkere kir.

Wezîr Işikhan got ku "Me mehaneya eskerî ya ku dê ji 1ê rêbendana 2025an vir va derbasdar be wek net 22 hezar û 104 lire diyar kir. Me pişgiriya mehaneya esxerî ya ku serê kesekî bi mehaneya esxerî dixebite wek dewlet em didin ji 700 lireyî derdixînin 1000 lireyî. Bi vê reqamê mehaneya esxerî ya net li gor sala borî ji sedî 30 zêde bû. Her wiha me ji sala 2002yan vir va mehaneya esxerî wek reel derxist nêzî 4 qatan."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın