Dinya

Medyaya Amerîkayê: "Serok Trump îro wê bi Serokê Rûsyayê Putîn ra bi têlefonê biaxive"

Hakan Çopur  | 16.10.2025 - Rojanekırın : 17.10.2025
Medyaya Amerîkayê: "Serok Trump îro wê bi Serokê Rûsyayê Putîn ra bi têlefonê biaxive"

Washington DC

 Hat ragihandin ku Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn îro wê bi têlefonê hev ra biaxivin.

Li gor nûçeyeke ku di malpera nûçeyan ya Amerîkî Axîos da hat weşandin û xwe dispêre çavkaniyeke ku der barê mijarê da agahdar e, Trump û Putîn wê axaftinekê pêk bînin.

Pêwendiya têlefonî ya Trump û Putîn ji ber ku beriya civîna Serokê Amerîkayê û Serokê Ukraynayê Volodimîr Zelenskiy ya sibê li Qesra Sipî çêdibe, balê dikişîne.

Tê payîn Trump mijarên sereke yên têkildarî bidawîanîna şerê Rûsya-Ukraynayê bîne rojevê.

Qesra Sipî hîn der barê mijarê da daxuyaniyek belav nekiriye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın