Malbatên Wanî ji bo bigihêjin zarokên xwe çalakiya xwe ya li pêşiya Serokatiya Bajêr a HDPyê domand

Van
Li Wanê malbatên ku zarokên wan revandine serê çiyê û ji revandina zarokên xwe HDPyê berpirsyar dibînin, vê hefteyê jî li pêşiya serokatiya bajêr a partiyê çalakiya xwe domand.
Malbatên ku li ser kuçeya Menekşeyê civiyan, dowîzên ku li ser "Em di nobeta ewladan da ne" û "Dayikên Wanî di nobeta ewladan da ne" vekirin.
Malbatan di eleyhê HDP û PKKya rêxistina terorê da durişm berz kirin, heta pêşiya serokatiya bajêr a HDPyê meşiyan û xwestin ku dengê xwe bi zarokên xwe bidin bihîstin.
Nazli Sancara ku beşdarî çalakiyê bû, diyar kir ku ew bi salan e seba keça xwe têkoşînê dide û hêsir ji çavê wê xalî nabin.
Sancarê got ku ew bi xeyala gihîştina keça xwe dijî û wiha dewam kir:
"Înşellah HDP wê di hêsirên min da bixeniqe. Ez ewlada xwe dixwazim. Agir berdan cegera min. Heta keça min neyê ez li ber deriyê wan ranabim. Bira keça min were teslîmî hêzên dewletê bibe. Keça min heke tu min dibînî û dibihîzî were. Baweriya xwe bi van kujeran neyne, cihê te li wê derê nîne. Ez şev û roj digirîm. Ji bo Xwedê teslîm bibe."
Yusuf Erdînç jî got ku heta kurê wî neyê ew ê çalakiyê bidomîne û wiha dewam kir, "Kurê min xwendekarê Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Stenbolê bû. Di sala 2015an da hat revandin. Çi karê kurê min li wan deran heye? Qelema kurê min şikênandin û çek dan destan. Kurê min cihê te wê derê nîne, tu yê bûbûyayî parêzer, çi karê te li wan deran heye. Ma zarokên parlamenterên HDPyê li cem te ne? Zarokên wan li Ewropayê dixwînin, tu jî di şikeftekê da mihtacî kerî nanê hişk î. Heta tu neyê ez vê derê naterikînim."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.