Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Malbatên Wanî çalakiya xwe ya li ber Serokatiya DEM Partiyê ya Parêzgehê domand

Nevzat Umut Uzel, Orhan Sağlam  | 06.03.2025 - Rojanekırın : 08.03.2025
Malbatên Wanî çalakiya xwe ya li ber Serokatiya DEM Partiyê ya Parêzgehê domand

Van

 Li Wanê malbatên ku zarokên wan hatine revandin û ji revandina zarokên xwe DEM Partiyê berpirsyar dibînin, vê hefteyê jî li pêşiya serokatiya bajêr a partiyê çalakiya xwe domand.

Malbatên li kuçeya Menekşeyê civiyan, alayên Tirk û wêneyên ewladên xwe bilind kirin û heta pêşiya serokatiya bajêr a DEM partiyê meşiyan.

Dê û bavan bertek nîşanî dengê bilind ê muzîka ji avahiya DEM Partiyê dan û bangî zarokên xwe kirin ku teslîm bibin.

Nazli Sancara ku ji bo keça xwe beşdarî çalakiyê bûye, ji rojnamegeran ra diyar kir ku bi salan e wê tu xeber ji keça xwe nesitandiye.

Sancarê bal kişand ku ew ê nobeta xwe bidomîne û wiha got, "6 sal e dê û bav li vir hêsîran dibarînin. Bira ewil ewladên me bidin ku em bi samîmîbûna wan bawer bin. Ez spasiya Serokomarê me û Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçeli dikim. Ew çi biryarê bidin, em ê jî li pişt wê biryarê bisekinin. Xwedê zewalê nede dewleta me."

Fevzi Yagmur jî bang li kurê xwe kir ku teslîm bibe û wiha axivî, "Kurê min xapandin û derxistin çiya. Kurê min heta venegere, ez ê dest ji nobetê nekişînim. Gavên ku Serokomarê me û Devlet Bahçeli avêtin, pir giring in. Ez spasiya mezinên me yên dewletê dikim. Bira êdî tu dê û bav negirîn. Kurê min tu jî were û teslîmî dewletê bibe."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın