MÎTê operasyona guhestina 26 kesên di girtîgehên li 7 welatên cuda da kir
- Amerîkayê ji ber operasyona guhestinê ya MÎTê bi rê va bir spasiya Tirkiyeyê kir

Ankara
Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî (MÎT) operasyona guhestinê ya herî berfireh a heyama dawîn a ku tê da guherîna beramber a 26 kesên di girtîgehên li Amaerîka, Almanya, Polonya, Slovenya, Norwec, Rûsya û Belarûsê da dihewîne, îmze kir.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên ewlehiyê hatin hildan di çarçoveya operasyona guhestinê ya li Enqereyê hat kirin da ji Amerîkayê 2, ji Almanya, Polonya, Slovenya, Norwec û Rûsyayû balafirek bi tevahî bi 7 balafiran 26 kes neqlî Tirkiyeyê kirin.
Di çarçoveya operasyonê da 2 jê zarok 10 rehîne neqlî Rûsyayê, 13 rehîne neqlî Almanyayê, 3 rehîne jî neqlî Amerîkayê kirin.
- Guhestina rehîneyan a herî berfireh a van salên dawîn
Operasyona ku MÎTê avakirina qenalên diyalogê pêk anî wekî guhestuna rehîneyan a herî berfireh a ku di salên dawîn da di navbera Amerîka, Rûsya û Almanyayê da hat kirin ket dîrokê.
Bi organîzasyona MÎTa ku dîplomasiya îstixbaratê bi awayekî çalak bi kar anî va di tîrmeha 2024an da alî li Tirkiyeyê hatin bal hev.
Mizakereyên fealiyeta guhestina welatiyên Rojavayê yên ku li Amerîka, Almanya, Polonya, Norwec, Slovenya û Rûsya û Belarûs di girtîgehan da ne û welatiyên Rûsyayû da bê kirin, hatin kirin.
MÎTê ji destpêka mizakereyan heta dawiyê bi serkeftî navbeynkarî kir.
Kesên girîng ên ku hemû aliyan demek dirêj bû dixwestin û di çapemeniyên wan ên herêmî da deng didan bûn mijara guhestinê.
Di nav van kesan da nûçegihanê The Wall Street Journalê Evan Gershkovîch û Peyadeyê Behrê yê amerîkayê Paul Whelanê li Rûsyayû girtî bûn, Rîco Krîegerê eskerê peretî yê welatiyê Almanyayê yê ku li Belarûsê girtî bû, mixalifê Rûs Îlya Yashîn û Vadîm Krasîkovê serbazê FBIyê yê li Almanyayê di girtîgehê da bû hebûn.
- MÎTê operasyona guhestinê bi rê va bir
Operasyona guhestinê ya ku li Enqereyê di navbera 7 welatên cuda da hat kirin ji destpêkê heta guhestinê ji hêla MÎTê va hat birêvebirin.
Hemû tevdîrên ewlehiyê yên fealiyetên guhestinê, planên lojîstîkê û hewcedarî ji hêla MÎTê va hatin pêkanîn, dîsa peywendî û kordînasyona di navbera aliyan da ji hêla MÎTê va hat pêkanîn.
Di vê çarçoveyê da li Enqereya ku dê guhestin lê bê kirin guhertina rehîneyan bi kontrola MÎTê hat kirin.
Ji ber ku jimara rehîneyên ku dê bên guhestin zêde bû hemû kesên dê bihatana guhestin bin çavdêriya xebatkarên MÎTê da ji balafiran hatin hildan û wan birin cihên ewledar.
Piştî ku welatên alî miameleyan pesend kirin kontrola tenduristiya rehîneyan û hewcehiyên wan ên din ên hatibûn xwestin hatin peydakirin û bi telîmat û pesendkirina MÎTê va rehîne li balafirên welatên ku dê biçinê hatin siwarkirin. Vegera balafirên welatên alî jî dîsa bi tesdîqa MÎTê hat kirin.
Çavkaniyên ewlehiyê diyar kir ku di vê heyama ku li tevahiya dinyayê rageşî zêde bûye da Tirkiye bi serokatiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo pêkanîna aştî û îstiqrara navneteweyî piştgiriyê dide.
Hat destnîşankirin ku Tirkiye û Serokatiya MÎTê dê avakirina platformên hevpar ên ku hemû alî dikarin bên bal hev û pêkanîna fealiyetên navbeynkariyê bidomîne.
- Amerîkayê ji ber operasyona guhestinê ya MÎTê bi rê va bir spasiya Tirkiyeyê kir
Serokê Amerîkayê Joe Bîden û Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Antony Blînken ji ber rola wî ya di operasyona guhestina girtiyan a ku Teşkîlata Îstixbaratê ya Neteweyî (MÎT) bi rê va bir spasiya Tirkiyeyê kir.
Serokê Amerîkayê Bîden û Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Blînken der barê operasyona guhestinê ya ku MÎTê bi rê va bir û li Enqereyê hat kirin daxuyaniyeke nivîskî da.
Bîden di daxuyaniya xwe da diyar kir ku 3 welatiyên amerîkayê û kesekî xwediyê Qarta Kesk bi tevahî 4 kesên ku "Li Rûsyayê neheq di girtîgehê da ne" dê vegerin malên xwe û ji ber vê gelekî kêfxweş in.
Bîden ji ber ku dê kesên bi navê Paul Whelan, Evan Gershkovîch, Alsu Kurmasheva û Vladimîr Kara-Murza ne serbest bimînin ji welatên ked dan ra spas kir û got ku "Ez seranserê van mizakereyên dijwar û kompleks da ji bo gihaştina encamê spasiya mitefîqên me yên wekî Tirkiye, Almanya, Polonya, Slovenya û Norwecê dikim."
Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Blînken jî daxuyaniya "Em spasdarê komeke mitefîqên me yên ku ev peyman mimkûn kirin ên wekî Almanya, Polonya, Norwec û Slovenyayê dikin. Em ji ber ku cî da ku ev kes di nav ewlehiyê da vegerin Amerîka û Almanyayê spasiya hikûmeta Tirk dikin."
- Kremlînê spasiya hemû welatên ku di operasyona guhestinê ya MÎTê bi rê va bir da bûn alîkar kir
Ji aliyekî din, Kremlînê spasiya hemû welatên ku di amadekirina operasyona guhestinê ya ku bi birêvebiriya Teşkîlata Îstixbaratê ya Neteweyî (MÎT) hat kiin da bûn alîkar, kir.
Di daxuyaniya nivîskî ya Kremlînê da hat diyarkirin ku sûcên hemû girtiyên ku bi biryanrnameya Serokdewletê Rûsyayê Vladimîr Putîn îmze kir va bi guhestinê hatin îadekirin hat efûkirin.
Di daxuyaniyê da ji ber ku Aleksandr Lukaşenkoyê Serokomarê Belarûsê Rîco Krîegerê welatiyê Almanyayê yê ku li welatê wî mehkûmê darvekirinê bû efû kir spas kir û got ku "Moskova spasdarê birêvebirên hemû welatan e ku di amadekirina guhestinê da bûn alîkar."
MÎTê îro operasyona guhestinê ya herî berfireh a van heyamên dawîn a ku beramber guherîna 26 kesên di girtîgehên li Amerîka, Almanya, Polonya, Slovenya, Norwec, Rûsya û Belarûsê da girtî ne îmze kiribû.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.