MÎTê Murvet Gulsevera ji berpirsyarên qaşo PKK/KCKya rêxistina terorê berteref kir

Ankara
Teşkîlata Îstixbaratê ya Neteweyî (MÎT) Murvet Gulsevera bi kod navê "Jiyan Herdem" ku qaşo ji berpirsyarên PAJKê ya pêkhateya PKK/KCKya rêxistina terorê ye li Silêmaniyeyê berteref kir.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên ewlehiyê hatin bidestxistin Gulsevera ku di sala 1992yan da tevî kadroya çiyê ya rêxistina terorê bû û têkiliyên nêz bi birêvebirên payebilind ên qaşo yên rêxistinê ra hebûn hildan lîsteya hedefê ya MÎTê.
Hat tesbîtkirin ku terorîst Gulsever di rêvebiriya KCKyê ya ku biryara înfaza mensûbên rêxistinê yên ku ji bo teslîmê Tirkiyeyê bibin ji rêxistinê direvin da cî digire. Agahî hat bidestxistin ku Gulsever li herêma Pêncewînê ya li sînorê Îranê ya li çolwarê Silêmaniyeyê fealiyetê dike.
Piştî ku cihê terorîstê hat tesbîtkirin MÎTê dest bi operasyonê kir û li bajarê Silêmaniyeyê Gulsever berteref kir.
Hat diyarkirin ku Gulsevera ku li çolwarê Mêrdîn, Şirnex û Sêrtê dijî hêzên ewlehiyê fealiyetên çekdarî kirine li Sûriyeyê li ba Abdullah Ocalanê serkêşê terorîstan perwerdeya çekdarî û îdeolojîk hildaye, di nav Meclisa PAJKê ya qaşo pêkhatiye jinan a bilind a rêxistina terorê da fealiyet kiriye.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.