Jiyan

Li zozanên Bedlîsê dest bi vekirina kewarên hingiv kirin

Berfin Sidar Aşit  | 17.10.2025 - Rojanekırın : 19.10.2025
Li zozanên Bedlîsê dest bi vekirina kewarên hingiv kirin Berfin Sidar Aşit

Bitlis

 Li zozanên Bedlîsê yên ku xwedî sirûşta dewlemend in, dest bi vekirina kewarên hingiv kirin.

Meşvanên ku tevahiya havînê li zozanên bilind yên bajêr dimînin, hingivê ku bi rêbazên kevneşopî û bêyî bikaranîna madeyên dereke ji kewaran derxistin.

Hingivê ku nirxa wê ya Prolînê zêde ye, li ser sîparîşên hatine girtin, hem ji bo bazara navxweyî hem jî ji bo derveyî welêt tê şandin.

Meşvan Serdar Ersan destnîşan kir ku îsal jî bi sarbûna hewayê ra dest bi vekirina kewarên hingiv kirine.

Ersan anî ziman ku zozan ji aliyê curbecuriya giya û nebatan va dewlemend in û got: "Em li zozanên bajêr yên ku 2 hezar û 500 metreyan bilind dimînin. Li vê herêmê gelek cureyên giyayan hene. Kewarên me ji bi herî û qirşûqalan têne çêkirin. Ev jî beşek ji kevneşopiya me ya hezar salî ye. Em ji berê îsal gelekî razî ne. Ez ji hemû hilberînerên me ra demsaleke bi xêr û bereket dixwazim."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.