Li Xezeya ku 435 roj e Îsraîl lê êrîşên xwe didomîne jimara kuştiyan derket 44 hezar û 930yî

Istanbul
Li Xeta Xezeyê ya ku ji 7ê Cotmeha 2023yan vir va di bin êrîşên artêşa Îsraîlê da ye, hejmara kuştiyan di 24 saetên dawîn da 55 zêde bû û derket 44 hezar û 930yî.
Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê da derheqê êrîşên Îsraîlê da yên ku li dijî Xeta Xezeyê 435 roj in didomin, agahî hat dayîn.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku di 24 saetên dawîn da artêşa Îsraîlê li cihên cuda yên Xeta Xezeyê "2 qetlîam" kirin û di encamê da 55 kes hatin kuştin û 170 kes jî birîndar bûn.
Her wiha hat balkişandin ku ji 7ê Cotmeha 2023yan û vir va ji ber êrîşên Îsraîlê hejmara Filistîniyên hatin kuştin derket 44 hezar û 930yî, ya birîndaran jî derket 106 hezar û 624an.
Dîsa ew yek jî hat dubarekirin ku hê di bin enqazan da û li devê rêyan cinaze hene, lê ji ber astengkirina hêzên Îsraîlî, ekîbên tenduristiyê û rayedarên parastina sivîl nikarin xwe bigihînin cinazeyan.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.