Dinya

Li Xezeya ku Îsraîlê erîşên xwe lê didomîne hejmara kuştiyan derket 30 hezar û 878an

Safiye Karabacak  | 08.03.2024 - Rojanekırın : 09.03.2024
Li Xezeya ku Îsraîlê erîşên xwe lê didomîne hejmara kuştiyan derket 30 hezar û 878an

Istanbul

 Li Xeta Xezeya ku Îsraîlê erîşên xwe lê didomîne û gelê wê neçarî koçê û birçîbûnê dike, ji 7ê cotmeha 2023yan va, di encama êrîşan da hejmara kuştiyan di 24 saetên dawîn da 78 zêde bû û derket 30 hezar û 878an.

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tenduristiya Filistînê ya li Xezeyê da der barê êrîşên ku Îsraîl ev 154 roj in dike da agahî hatin dayîn.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku hejmara kesên ku di êrîşên Îsraîlê da canê xwe ji dest dan di 24 saetên dawîn da 78 zêde bû û derket 30 hezar û 878an. Bi birîndarbûna 104 kesan di êrîşên dawîn da hejmara birîndaran jî gihişt 72 hezar 402an.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın