Li Xezeya 233 roj e di bin êrîşên Îsraîlê da ye hejmara kuştiyan derket 35 hezar û 984an

Gazze
ÎSTANBUL (AA) - Li Xeta Xezeyê ya ku ji 7ê Cotmeha 2023yan û vir va di bin êrîşên artêşa Îsraîlê da ye, hejmara kuştiyan di 24 saetên dawîn da 81 zêde bû û derket 35 hezar û 984an.
Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê da der heqê êrîşên Îsraîlê da yên ku li dijî Xeta Xezeyê 233 roj in didomin, agahî hat dayîn.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku di 24 saetên dawîn da di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xeta Xezeyê da 81 Filistîniyên din jî hatin kuştin û 223 Filistînî jî birîndar bûn.
Her wiha hat balkişandin ku ji 7ê Cotmehê vir va di êrîşên Îsraîlê da hejmara Filistîniyên hatin kuştin derket 35 hezar û 984an, ya birîndaran jî derket 80 hezar û 643yan.
Dîsa ew yek jî hat destnîşankirin ku hê di bin enqazan da û li devê rêyan cinaze hene, lê ji ber astengkirina hêzên Îsraîlî, ekîbên tenduristiyê û rayedarên parastina sivîl nikarin xwe bigihînin cinazeyan.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.