Dinya

Li Xezeya 209 roj e di bin êrîşên Îsraîlê da ye hejmara kuştiyan derket 34 hezar û 596an

Muhammed Emin Canik  | 02.05.2024 - Rojanekırın : 03.05.2024
Li Xezeya 209 roj e di bin êrîşên Îsraîlê da ye hejmara kuştiyan derket 34 hezar û 596an

Istanbul

 Li Xeta Xezeyê ya ku ji 7ê Cotmeha 2023yan û vir va di bin êrîşên artêşa Îsraîlê da ye, hejmara kuştiyan di 24 saetên dawîn da 28 zêde bû û derket 34 hezar û 596an.

Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê da der heqê êrîşên Îsraîlê da yên ku li dijî Xeta Xezeyê 209 roj in didomin, agahî hat dayîn.

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku di 24 saetên dawîn da di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xeta Xezeyê da 28 Filistîniyên din jî hatin kuştin û 51 Filistînî jî birîndar bûn.

Her wiha hat balkişandin ku ji 7ê Cotmehê vir va di êrîşên Îsraîlê da hejmara Filistîniyên hatin kuştin derket 34 hezar û 596an, ya birîndaran jî derket 77 hezar û 816an.

Dîsa ew yek jî hat destnîşankirin ku hê di bin enqazan da û li devê rêyan cinaze hene, lê ji ber astengkirina hêzên Îsraîlî, ekîbên tenduristiyê û rayedarên parastina sivîl nikarin xwe bigihînin cinazeyan.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın