Dinya

Li Xezeya êrîşên Îsraîlê 253 roj in berdewam in û hejmara kuştiyan derket 37 hezar û 296an

Zeynep Hilal Karyağdı Duran  | 15.06.2024 - Rojanekırın : 16.06.2024
Li Xezeya êrîşên Îsraîlê 253 roj in berdewam in û hejmara kuştiyan derket 37 hezar û 296an

Istanbul

 Li Xeta Xezeyê ya ku êrîşên Îsraîlê ji 7ê cotmeha 2023yan pê va, ev 253 roj in berdewam in û di 24 saetên dawîn da 30 kes li kuştiyan zêde bûn û jimar derket 37 hezar û 296an.

Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezeyê da der barê êrîşên Îsraîlê yên ku ev 253 roj in berdewam in da agahî hat dayin.

Hat destnîşankirin ku Îsraîlê di 24 saetên dawîn da li cihên curbicur ên Xezeyê 3 êrîşên tevkuştinê kirine û di van êrîşan da 30 Filistîniyên din canê xwe ji dest dane û 95 Filistînî jî birîndar bûne.

Di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xeta Xezeyê yên ji 7ê cotmeha 2023yan pê va, hejmara kuştiyan derket 37 hezar û 296an û ya birîndaran jî derket 85 hezar û 197an.

Dîsa ew yek jî hat destnîşankirin ku hê di bin enqazan da û li keviyên rêyan cinaze hene, lê ji ber astengkirina hêzên Îsraîlî, ekîbên tenduristiyê û rayedarên parastina sivîl nikarin xwe bigihînin cinazeyan.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın