Dinya

Li Xezeyê hejmara kesên di êrîşên Îsraîlê da hatin kuştin di 24 saetên dawîn da 25 zêde bû û derket 67 hezar û 938an

Ömer Erdem  | 15.10.2025 - Rojanekırın : 16.10.2025
Li Xezeyê hejmara kesên di êrîşên Îsraîlê da hatin kuştin di 24 saetên dawîn da 25 zêde bû û derket 67 hezar û 938an

Palestinian Territory

 Di êrîşên artêşa Îsraîlê yên dijî Xeta Xezeyê da hejmara kuştiyan di 24 saetên dawîn da 25 zêde bû û derket 67 hezar û 938an.

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezeyê da agahiyên li ser kesên ku ji ber êrîşên artêşa Îsraîlê hatin kuştin û birîndar bûn û her wiha termên ji bin kavilan hatin derxistin, hatin parvekirin.

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku di 24 saetên dawîn da 16 jê yên ji bin kavilan hatin derxistin, 25 kuştî û 35 birîndar bo nexweşxaneyên li Xeta Xezeyê hatin veguhestin.

Di daxuyaniyê da her wiha hat balkişandin, kesekî ku di êrîşên berê da birîndar bûbû jî mir.

Her wiha hat destnîşankirin ku di êrîşên artêşa Îsraîlê da yên ku di 8ê Cotmeha 2023yan da dest pê kirin, hejmara kesên ku hatin kuştin derket 67 hezar 938an, ya birîndaran jî derket 170 hezar û 169an.

Tê destnîşankirin ku li Xeta Xezeyê di bin kavilan da hê bi hezaran cinaze hene.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın