Li Xeta Xezeyê ji ber êrîşên Îsraîlê di 48 saetên dawîn da 120 Filistînî hatin kuştin

Istanbul
Li Xeta Xezeyê ji ber êrîşên artêşa Îsraîlê di 48 saetên dawîn da 120 Filistînî hatin kuştin.
Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê destnîşan kir ku êrîşên Îsraîlê yên dijî Xeta Xezeyê didomin.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku ji ber êrîşên Îsraîlê di 48 saetên dawîn da 120 Filistînî hatin kuştin û 258 kes jî birîndar bûn.
Hat diyarkirin li Xeta Xezeyê ji 7ê Cotmeha 2023yan vir va hejmara Filistîniyên ji ber êrîşên artêşa Îsraîlê hatine kuştin derket 37 hezar û 551ê.
Hat diyarkirin ku ji ber êrîşan hejmara birîndaran jî bû 85 hezar û 911.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin di bin kavilan da û li keviyên rêyan hê cinaze hene û ji ber êrîşên hêzên Îsraîlê ekîbên tenduristiyê û wezîfedarên parastina sivîl nikarin cinazeyan derxin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.