Tirkiye

Li Wan, Hekarî, Bidlîs û Mûşê rêyên 58 cî û waran girtî ne

Sayim Harmancı, İbrahim Yaldız, Şener Toktaş, Bahar Tanrıtanır  | 02.02.2026 - Rojanekırın : 03.02.2026
Li Wan, Hekarî, Bidlîs û Mûşê rêyên 58 cî û waran girtî ne Hakkari İl Özel İdaresi

Hakkari

Li Wan, Hekarî, Bidlîs û Mûşê berf û bagerê rêya 58 cî û waran girt.

Li gor daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, li bajêr rêyên 29 cî û waran girtî ne. Ekîb ji bo vekirina rêyan dixebitin.

- Hekarî

Li bajêr serê sibehê baran barî û mij ket erdê.

Ji ber mijê mesafeya dîtinê kêm bû, şofêran di çûyîn û hatinê da tengasî kişand.

Li gor agahiya ku ji Îdareya Taybet a Bajêr hat hildan, ji ber rewşa hewayê rêyên 6 gund û 5 mezreyan hatin girtin.

Ekîb ji bo vekirina rêyan dixebitin.

- Mûş

Li Mûşê piştî ketina berfê di çûyîn û hatinê da tengasî derket.

Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajêr Şeyhmus Yentur diyar kir ku berfê rêyên 10 gundan girtin, ji bo ku welatî mexdûr nebin, ew ê rêyan vekin.

- Bidlîs

Midûrê Xizmetên Rê û Gîhandinê yê Îdareya Taybet a Bajêr Umît Kurtkan diyar kir ku berf û bagerê rêyên 8 gundan girtin.

Kurtkan diyar kir ku ekîb di rêyên gundan da dixebitin.

Ekîbên Şaredarî û Rêbejan jî berf paqij kir, xoyê reşand û rê fireh kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.