Li Wan, Bedlîs, Mûş û Hekariyê rêya 278 wargehan ji ber berfê girtî ne
Van
VAN (AA) - Ji ber şert û mercên hewayê li Wan, Bedlîs, Mûş û Hekariyê rêya 278 wargehan ji berfê girtî ne.
Li herêmê barîna berfê û serma û seqem didome.
Ji ber şert û mercên hewayê rêyên mezre û gundên li herêmê hatine girtin.
Ji ber berf û bagerê li Wanê 36, li Hekariyê 42, li Bedlîsê 104 û li Mûşê 96 rê girtî ne.
Tîmên paqijkirina berfê ji bo vekirina rêyên girtî xebatên xwe didomînin.
