Tirkiye

Li Wanê xebatên lêgerînê yên ji bo dîtina xwendekara zanîngehê ya winda dewam dikin

Emre Ilıkan  | 13.10.2024 - Rojanekırın : 14.10.2024
Li Wanê xebatên lêgerînê yên ji bo dîtina xwendekara zanîngehê ya winda dewam dikin

Van

 Li Wanê xebatên lêgerînê yên ji bo dîtina Rojîn Kabaîşa 21 salî ya xwendekara zanîngehê di roja 16emîn da dewam dikin.

Kabaîşa ku li Zanîngeha Van Yuzuncu Yilê xwendekara Beşa Mamostetiya Pêşdibistanê ye, di 27ê Îlonê da ji hevalên xwe ra got ew ê ji bo berhevkirina kevirên hûr here qeraxê û ji wir pê va jê xeber tuneye.

Li qeraxê golê berê têlefona destan û berguhka Kabaîşê hatibû dîtin. Bi rêberiya Walîtiya Wanê li dora golê û herêmên qeraxê xebatên lêgerînê didomin.

Ekîbên Fermandariya Koma Gola Wanê ya Ewlehiya Qeraxan, Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr, Amirtiya Buroya Zilamên Keştiyê û Xizmetên Seyrê ya Midûriya Ewlehiyê ya Bajêr, Amirtiya Koma Binê Avê û xozneberên AFADê bi cîhazên ku binê avê dibînin va xebatan didomînin.

Di xebatan da cîhazên sonar ên li kêlekê va dikarin bibînin ên ku ji Çanakkale û Samsunê hatine anîn û dîtina wan baş e jî tên bikaranîn.

Ekîbên li qeraxê jî bi firoke, drone, kûçikên perwerdekirî va li herêmê xebatên lêgerînê didomînin.

Her wiha herêma ku Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya di 10ê Cotmehê da li ser hesabê xwe yê medyaya civakî diyar kiribû lê laçika Kabaîşê hatiye dîtin jî her tim tê kontrolkirin.

Malbat û xizmên Kabaîşê jî li herêmê xebatan dişopînin.

Waliyê Wanê Ozan Balcî jî hat qada ku xebatên lêgerînê lê tê kirin û xebatan şopand.

Balcî der barê rewşa dawî da ji ekîban agahî girt, paşê bi Nîzamettîn Kabaîşê bavê Rojînê û xizmên wî ra axivî û got derbasî be.

Midûrê Ewlehiyê yê Bajêr Murat Mutlu jî bi Balcî ra hat cîhê xebat lê tên kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın