Li Wanê jineke ku ket û birîndar bû bi helîkopter ambulansê rakirin nexweşxaneyê

Van
Li Bahçesaraya navçeya Wanê, jina ku di encama ketinê de birîndar bû bi helîkopter ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Wanê.
Li gorî daxuyaniya li ser hesabê medyaya civakî ya Rêveberiya Tenduristiyê ya Parêzgehê, jina 38 salî ya ku di encama ketinê de birîndar bû, xizmên ew birin Nexweşxaneya Dewletê ya Bahçesarayê.
Doktoran li vêderê piştî midaxeleya sereke, bi mebesta tetqîqa zêdetir û dermankirinên nexweş sewqî nexweşxaneya li Wanê kirin.
Ji ber ku rêya Wan-Bahçesarayê asê bû, bi helîkopter ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Wanê.