Dinya

Li Urdunê di encama êrîşa bi droneyê ya dijî hêzên DYAYê de 3 eskerên DYAyê hatin kuştin

Islam Doğru  | 28.01.2024 - Rojanekırın : 29.01.2024
Li Urdunê  di encama êrîşa bi droneyê ya dijî hêzên DYAYê de 3 eskerên DYAyê hatin kuştin

New York

Li bakurê rojhilatê Urdunê nêzîkî sînorê Sûriyeyê di encama êrîşa bi droneyê ya dijî hêzên DYAyê de 3 eskerên DYAyê hatin kuştin.

Di daxuyaniya nivîskî ya Qesra Spî de hat destnîşankirin ku Serokê DYAyê Joe Biden gotiye, "Li bakurê rojhilatê Urdunê nêzîkî sînorê Sûriyeyê di encama êrîşa bi droneyê ya dijî hêzên DYAyê de 3 eskerên DYAyê hatin kuştin û gelek birîndar hene."

Biden anî ziman ku agahiyên derbarê êrîşê de hê jî tên komkirin û got, "Em dizanin ku ev yek ji aliyê komên çekdar ên radîkal ên bi piştgiriya Îranê, li Sûriye û Iraqê tevdigerin ve, pêk hat."

Biden diyar kir ku DYA dê di wext û awayê hildibijêre de hesab ji berpirsyarên êrîşê bê xwestin û destnîşan kir ku ew ê di vî şerî de têkoşîna xwe bidomînin.

Di daxuyaniya nivîskî ya Fermandariya Navendî ya DYAyê (CENTCOM) de hat destnîşankirin ku li bakurê rojhilatê Urdunê di encama êrîşa droneyê ya yekalî de 3 eskerên DYAyê hatin kuştin û 25 kes jî birîndar bûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.