Li Taşkenda paytexta Ozbekistanê li embara kargehekê teqîn çêbû

Taşkent
Li Taşkenda paytexta Ozbekistanê li embara kargehekê teqîn çêbû, di encamê de kesek mir û 163 kes jî birîndar bûn.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Rewşên Acil a Ozbekistanê li semta Sergelî ya Taşkendê, li embara kargehekê ji ber sedemeke ku nehatiye tesbîtkirin, teqîn çêbû.
Ji bo vemirandina êgir ekîbên îtfaiyeyê sewqî herêmê hatin kirin.
Dengê teqînê li gelek cihên Taşkendê hat bihîstin û welatiyan jî li ser medyaya civakî dîmenên der barê teqînê de belav kirin.
Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê de hat ragihandin ku kesek miriye û 163 kes jî birîndar bûne.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku 24 birîndar rakirine nexweşxaneyan û yên mayî li cihê bûyerê hatine dermankirin.
Di daxuyaniya Serokwezîrtiyê de jî hat ragihandin ku Serokwezîr Abdulla Arîpov çûye cihê bûyerê.