Tirkiye

Li Stenbolê lodos bandoreke neyênî li ser hatûçûna asîmangeriyê dike

Gökhan Yılmaz  | 23.11.2024 - Rojanekırın : 24.11.2024
Li Stenbolê lodos bandoreke neyênî li ser hatûçûna asîmangeriyê dike

Istanbul

 Li Stenbolê ji ber lodosa bihêz balafirên ku dixwazin xwe li Balafirgeha Stenbolê daynin, neçar man li derdora pîstê herin û bên.

Lodos û barana ku destê sibehê bandora xwe zêde kir bandoreke neyênî li ser hatûçûna asîmangeriyê kir. Hinek balafirên ku hatin Balafirgeha Stenbolê nekarîn xwe daynin li derdora pîstî firiyan û hinekan jî maweyekê li asîman çûn û hatin.

Balafirên THYê ya bi hejmara TK626 Lagos-Stenbol, ya bi hejmara TK775ê ya Maskat-Stenbol, ya TK186ê ya Şîkago-Stenbolê, ya TK6032ê ya Stockholm-Stenbolê û ya TK185ê ya Manîla-Stenbolê ketin qeyrana sotemeniyê ji bo daketinê berê wan dan Balafirgeha Adnan Menderes a li Îzmirê.

Balafirên ku xwestin dakevin Balafirgeha Sabîha Gokçenê ya Stenbolê jî maweyekê li asîmanan çûn û hatin û her wiha ji bo saeta firînê jî hinekî dereng bi firê ketin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın