Li Stenbolê berşikê ku ajokarê texsiya ticarî kuşt û wesayîta wî xesb kir, sewqî edliyeyê kirin
Kêliya ji hêla polêsan va qefaltina berşikê piştî bûyerê bi texsiyê revî, ji hêla kameraya ewlehiyê hat qeydkirin

Istanbul
Li Sariyera Stenbolê, berşikê ku bi sedema kuştina ajokarê texsiya ticarî û her wiha xesbkirina wesayîta wî va hat binçavkirin, bo edliyeyê hat veguhestin.
Li Amîriya Buroya Cinayetê ya Midûriyeta Şaxa Asayîşê ya Stenbolê miemeleyên berşikê Îranî Y.B.G. kuta bûn ku bi hinceta kuştina ajokarê texsiya ticarî Yaşar Yanikyurek hat binçavkirin ku li Taxa Tarabyayê li ser Kuçeya Postaci Halil li texsiya wî siwar bûbû.
Berşikê ji kontrola tenduristiyê ra derbas kirin, veguhestin Qesra Edaletê ya Stenbolê ya li Çaglayanê.
Di vê navberê da kêliya ji hêla polêsan va qefaltina berşikê piştî bûyerê bi texsiyê revî, ji hêla kameraya ewlehiyê hat qeydkirin.
Ajokarê texsiyê Yaşar Yanikyurek duh li Taxa Tarabyayê li ser Kuçeya Postaci Halil piştî ku di wesayîta xwe da hatibûn kuştin, ji wesayîtê hatibû avêtin û li ser rê hatibû hiştin.
Ekîbên polêsan piştî bûyerê, berşik di wê texsiyê da ya xesb kiribû qefaltibû û her wiha di wesayîtê da alava devtûj hatibû dîtin ku tê nirxandin di cinayetê da hatiye emilandin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.