Li Stenbolê 4 şikbarên alîkariya endamên PKKya rêxistina terorê dikirin hatin girtin

Istanbul
Li Stenbolê 4 şikbarên hat tesbîtkirin ku alîkariya endamên PKKya rêxistina terorê dikin bi operasyonê hatin binçavkirin.
Ekîbên Midûriya Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê û Îstixbaratê ya Midûriya Ewlehiya Stenbolê ji bo ku rê li ber xebatên rêxistina terorê bigirin xebatek dan destpêkirin.
Ekîban tesbît kir ku têkiliya 4 kesan bi endamên PYD/YPGya şaxa Sûriyeyê ya rêxistina terorê û endamên PKK/KCKyê yên li Ewropayê dijîn ra heye û alîkariyê dikin ku ew li bajarên mezin sitar bibin, pereyan bigîhînin rêxistinê û bi dereqanûnî herin Ewropayê.
Piştî tesbîtkirina nasname û navnîşana şikbaran operasyon hat kirin û ew hatin binçavkirin.
Di navnîşana wan da melzemeyên dijîtal û weşanên qedexe hatin binçavkirin.
Karê şikbaran li ewlehiyê dewam dike.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.