Tirkiye

Li Şirnexê wesayita ticarî ya sivik û otomobîlek li hevdu qelibîn, 6 kes birîndar bûn

Abidin Yel  | 04.05.2025 - Rojanekırın : 04.05.2025
Li Şirnexê wesayita ticarî ya sivik û otomobîlek li hevdu qelibîn, 6 kes birîndar bûn

Şırnak

Li Cizîra navçeya Şirnexê wesayita ticarî ya sivik û otomobîlek li hevdu qelibîn, 6 kes birîndar bûn.

Li ser rêbeja Şirnex-Mêrdînê li nêzî gundê Katranê wesayita ticarî ya sivik ya bi plakaya 01 RD 608 ya ku S.T. diajot û otomobîla bi plakaya 06 HE 058 ya ku Î.Ç diajot li hevdu ketin.

Di qezayê da digel ajokaran N.D, R.Y, B.Ç. û B.E. birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê ekîbên tenduristî û cendirmeyê hatin cihê bûyerê.

Birîndaran rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizreyê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın