Çand û huner

Li Şirnexê "Mihrîcana Berxbir, Çand û Zozanê" hat lidarxistin

Waliyê Şirnexê Osman Bîlgîn: "Kato, Beytuşebab û Faraşîn dê bibe paytextê neftê. Ev der dê bibe cihê ku hûn bi malbat û hezkiriyên xwe va lê di nav aramî û kêfxweşiyê da dijîn"

Ekrem Payan, Fadıl Aslan  | 15.07.2023 - Rojanekırın : 15.07.2023
Li Şirnexê "Mihrîcana Berxbir, Çand û Zozanê" hat lidarxistin

Şırnak

 Li Beytuşebaba navçeya Şirnexê "Mihrîcana Berxbir, Çand û Zozanê" hat lidarxistin.

Mihrîcan ji hêla Walitî û Şaredariya Beytuşebabê va li Taxa Elîçawuşê ya li quntara Çiyayê Katoyê hat lidarxistin û di mihrîcanê da govend hat girtin, standên hunerên destan hatin vekirin.

Welatiyan eleqeyeke mezin nîşaî mihrîcanê dan û di mihrîcanê da konser hat dayîn, dengbêjan cî girt û xwarinên herêmî hatin îkramkirin, di warên penêr û mastê herî xweş, berxbira baş da pêşbazî hatin kirin û xelat dan kesan ku ketin dereceyê.

Di mihrîcanê da welatiyan govend girt û kêfa dilê xwe şa bûn.

- "Dewleta me her cure derfetê dide"

Walî Osman Bîlgîn di axaftina xwe ya vir da got ku Mihrîcana Berxbirê kevneşopiyeke qedîm e.

Bîlgîn diyar kir ku herêm ji bo welêt û gelê Kurd di pozîsyoneke girîng da ye û wiha axivî: "Ev çiya ji bo ku gelê me jê sûd wernegirin 40 salan bi her cure fitne, fesadî û xaîntiyê hatin astengkirin. Îro Kato, Faraşîn, Beytuşebab ji bo gelê Kurd û hemû hemşehriyên me yên li herêmê dijîn di asta herî jor da jê sûd wergerin ji hêla peywirdarên me yên dewletê va her cure derfet tên dayîn."

Bîlgîn got ku "Kato, Beytuşebab û Faraşîn dê bibe paytextê neftê" û ev gotin:

"Ev der dê bibe cihê ku hûn bi malbat û hezkiriyên xwe va lê di nav aramî û kêfxweşiyê da dijîn. Me çawa ku li Gabarê vê mizgîniyê dabe li vir jî di demek nêz da hemû zozan, gund bi hatin û çûyîna xwe va, binesazî, ceyran û ava xwe va dê di xizmeta we da bin. Ev armanca me ya sereke ye. Ez bangî hêzên emperyalîst ên ku par xwestin ku şeht li çalakiyên me bidin dikim, hûn êdî têk çûn. Keçên me der barê dahatûya xwe da bixwe biryarê didin. Hûn dê êdî nekarin biryarê bidin. Bi kurtasî em ê van mihrîcanan, xweşikahiyan zêde bikin."

Habîp Aşanê Şaredarê Beytuşebabê jî got ku vê mihrîcana ku her sal li dar dixin îsal jî bi coş pîroz dikin.

Aşan da zanîn ku kevneşopiya mihrîcanê ji nifşekî derbasî nifşekî din dibe û îsal ji ber ku têra xwe baran nehat mihrîcanê li nav bajêr li dar xistin.

- "Em bi coş pîroz dikin"

Seren Adiyamana ji welatiyan ku beşdarî mihrîcanê bû jî diyar kir kêfxweş in ku îsal jî bi coş mihrîcanê pîroz dikin.

Nadîr Kiliç jî diyar kir ku mihrîcana berê li zozanê dihat lidarxistin îsal li navendê hat lidarxistin û ji ber vê kêfxweş in.

Di mihrîcanê da hunermend Haluk Levent û Rojîn derketin ser dikê û stranên xwe stirîn. Herwiha di konserê da fişengên hewayî hatin berdan.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın