Li Silopiyê xwendekarên lîseyê ji bo hewcedaran koliya remezanê amade kir

Şırnak
Li Silopiya navçeya Şirnexê bi piştgiriya xwendekarên Lîseya Anadoluyê ya Teknîk û Pîşeyî koliyên remezanê hatin amadekirin û koliyan belavî hewcedaran kirin.
Xwendekaran ji bo ku di meha remezanê da piştevaniyê bikin û parvekirinê zêde bikin bi piştgiriya mamoste û xwendekarên xwe 42 koliyên remezanê amade kirin.
Birêvebiriya dibistanê koliyên hatin amadekirin gihandin hewcedaran.
Midûrê Lîseya Anadoluyê ya Teknîk û Pîşeyî yê Silopiyê Hakki Kaya diyar kir ji bo ku di remezanê da qîmeta parvekirin û alîkariyê car din bi bîr bixin ji bo ku bigihînin malbatên hewcedar bi xwendekaran ra koliyên xurekê amade kirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.