Tirkiye

Li ser Otorêya Anadoluyê aliyê Kocaeliyê 4 wesayîtan qeza kir û 15 kes birîndar bûn

Şahin Oktay  | 08.08.2024 - Rojanekırın : 09.08.2024
Li ser Otorêya Anadoluyê aliyê Kocaeliyê 4 wesayîtan qeza kir û 15 kes birîndar bûn Anadolu Otoyolu'nun Kocaeli kesiminde 4 aracın karıştığı kazada 15 kişi yaralandı

Kocaeli

Li ser Otorêya Anadoluyê aliyê Kocaeliyê 2 otobêsên rêwiyan, TIRek û otomobîlek li hev ketin û 15 kes birîndar bûn.

Di Otorêya Anadoluyê da ber bi îstiqameta Stenbolê va di Tunêla Gultepeyê da 2 otobêsên rêwiyan, TIRek û otomobîlek li hev qelibîn.

Li ser êxbarê gelek ekîbên tenduristiyê û polês sewqî cihê qezayê kirin.

Di qezayê da 15 kes birîndar bûn, ambulansan birîndar rakirin nexweşxaneyên derdorê.

Otorêya Anadoluyê ji ber qezayê demekê hat girtin û ber bi aliyê Stenbolê va gelek wesayît sekinîn.

Piştî rakirina wesayîtan rê vebû û trafîk normal bû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.