Tirkiye

Li Şanliurfayê otobêsa rêwiyan li TIRê qelibî, 5 kes birîndar bûn

Cebrail Caymaz  | 17.12.2023 - Rojanekırın : 19.12.2023
Li Şanliurfayê otobêsa rêwiyan li TIRê qelibî, 5 kes birîndar bûn

Şanlıurfa

 Li Şanliurfayê otobêsa rêwiyan û TIR li hev ketin, 5 kes birîndar bûn.

Otobêsa rêwiyan a ku A.E. diajot û plaqeya wê 21 KC 665 e û TIRa ku C.U. diajot ê plaqeya wê 33 BHS 34 e, li ber gîşeya otorêya Şanliurfa-Gazîentabê li hev ketin. Bi qezayê ra otobês ji kontrolê derket û ser kêlekê ket cihê texliyekirina avê ya kêleka rê.

5 kesên ku birîndar bûn, ekîbên tenduristiyê ew rakirin nexweşxaneyan.

Ji ber qezayê çûyîn û hatin bi kontrolî dewam dike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın