Li Şanliurfayê bi usûla Enderûnê nimêja terawihê hat kirin

Şanlıurfa
Li Şanliurfayê di Mizgefta Mewlana da bi usûla Enderûnê nimêja terawihê hat kirin û piştî nimêjê, hunermendên muzîka tesewifê derketin ser dikê.
Li gorî daxuyaniya Şaredariya Xelîliyeyê, nimêja terawihê bi usûla Enderûnê li Mizgefta Mewlana hat kirin ku nimêj bi pênc meqamên cuda va bi îlahî, selewat û tekbîran va tê edakirin.
Di daxuyaniyê da cih dan nêrînên Bekir Bozdagê Wekîlê Serokê Meclisa Mezin a Gel a Tirkiyeyê û Parlamenterê Şanliurfayê yê AK Partiyê ku got, şeveke xweş bû û her kes ji hêla menewî va têr bû.
Bozdag sipasiya kedkarên bernameyê kir.
Waliyê Şanliurfayê Hasan Şildak jî diyar kir ku bername gelekî xweş bû û ev kar, karê dilan e.
Şaredarê Xelîliyeyê Mehmet Canpolat jî bal kişand ku terawihê bi usûla Enderûnê, kevneşopiyeke heyama Osmaniyan e û wan da ser şopa vê kevneşopiyê.
Piştî nimêja terawihê ya bi usûla Enderûnê, hunermendên muzîka tesewifê derketin ser dikê.
Parlamenterê Şanliurfayê yê AK Partiyê Abdurrahim Dusan, Serokê AK Partiyê yê Parêzgeha Şanliurfayê Îlhamî Gunbegî û welatî beşdarî bernameyê bûn.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.