Jiyan

Li Şanliurfayê bi germbûna hewayê ra gel berê xwe da Gola Masiyan

Müslüm Etgü  | 30.03.2024 - Rojanekırın : 05.04.2024
Li Şanliurfayê bi germbûna hewayê ra gel berê xwe da Gola Masiyan

Şanlıurfa

Li Şanliurfaya ku pileya germbûna hewayê gihişt 25an gel berê xwe da Gola Masiyan.

Şêniyên bajêr û ziyaretvanên ji parêzgehên derdorê hatibûn, li Gola Masiyan ku li gorî rîwayetan cihê ji dayikbûn û cihê avêtine agir a Îbrahîm pêximber e, geriyan.

Li cihê ku weke "Mezintirîn aquaryuma siruştî ya cîhanê" tê qebûlkirin û di warê geştiyariya dînî da jî xwedî cihekî giring e, qerebalixî çêbû.

Kesên ku hatin serdanê êm ji masiyan ra avêtin û wêneyê bîranînê kişandin.

Ji geştiyaran Mehmet Yîgît, diyar kir ku dema li Şanliurfa û Gola Masiyan digere, aram dibe û got ku bi hevalên xwe ra rojeke xweş derbas kir.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın