Jiyan

Li Şanliurfayê 3 zarokên ku seyê êrîşê wan kir tên dermankirin

Midûrê Tenduristiyê yê Navçeya Sêwregê: "Niha der barê tenduristiya zarokên me da tu pirsgirêk tunin û dest bi aşîkirina zarokan kirin"

Cuma Sarı  | 15.07.2023 - Rojanekırın : 16.07.2023
Li Şanliurfayê 3 zarokên ku seyê êrîşê wan kir tên dermankirin

Şanlıurfa

 Li gundewarê Sêwrega Şanliurfayê seyê şivanan êrîşî 3 zarokan kir û ew birîndar kirin.

Li Taxa Ertemê seyê şivanan a malbatekî ji ber ku zarokên li meydana gund dilîstin kevir avêtin êrîşî Leyla, Abdulrezzak û Îbrahîm Gumuştaş kir.

Zarokên birîndar bûn bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêwregê.

Li ser îxbarê ekîbên Şaredariya Sêwregê, Midûriya Çandinî û Daristanê ya Navçeyê û Midûriya Tenduristiyê ya Navçeyê şandin herêmê.

Hemû heywanên li taxê hatin aşîkirin û ekîbên fîlyasyonê bi malbatan ra hevdîtin kirin. Ji bo zarokan karên aşîkirin û şopandinê dan destpêkirin.

Midûrê Tenduristiyê yê Navçeya Sêwregê Bîlal Yildiz jî çû herêmê û bi malbatên zarokan ra hevdîtin kir.

Bîlal Yildiz daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku rewşa tenduristiya zarokên rastî êrîşa se hatin baş e.

Yildiz got ku "Niha der barê tenduristiya zarokên me da tu pirsgirêk tunin û dest bi aşîkirina zarokan kirin. Serumên dijî harbûnê tên lêdan, niha tu nîşane yan jî semptomên wan tunene. Em hê rastî rewşeke derasayî nehatin. Em ê zarokên xwe teqîb bikin."

Yildiz diyar kir gelek girîng e ku xwediyên heywanan seyên xwe dijî harbûnê aşî bikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın