Dinya

Li Sûriyeyê di kêliya paqijkirina mayinê da teqîn çêbû, nûçegihanê AAyê jî tê da 3 kes birîndar bûn

Mehmet Burak Karacaoğlu, Eşref Musa  | 17.02.2026 - Rojanekırın : 17.02.2026
Li Sûriyeyê di kêliya paqijkirina mayinê da teqîn çêbû, nûçegihanê AAyê jî tê da 3 kes birîndar bûn

Lazkiye

 Di kêliya ku artêşa Sûriyeyê mayin paqij dikir da teqîn çêbû û Şevket Akçayê nûçegihanê serbest ê Ajansa Anadoluyê (AA) ku ji bo nûçeyê li herêmê bû jî tê da 3 kes birîndar bûn.

Di kêliya ku artêşa Sûriyeyê li gundewarê bajarê Lazqiyeyê mayin paqij dikirin da teqîn çêbû.

Di teqînê da digel Akçayê nûçegihanê serbest yê AAyê, nûçegihanê SANAya ajansa fermî ya Sûriyeyê Hesen Haşim û eskerek birîndar bûn.

Şarapnel û kevir li Akça û kesên din ketin û Akça ji serê xwe birîndar bû. Birîndar rakirin nexweşxaneyeke nêzî cihê bûyerê û li wê derê tedawî dibin.

Hat gotin ku talûkeya Akça û Haşimî tuneye, lê rewşa eskerê Sûriyeyê giran e û lingekî wî hat amputekirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın