Jiyan

Li Rojhilatê germahiya hewayê ya herî kêm di bin sifirê da 31 pile li Tekmana navçeya Erziromê hat pîvandin

Fırat Atmaca, Günay Nuh, Tevhid Furkan Nehri  | 02.02.2025 - Rojanekırın : 03.02.2025
Li Rojhilatê germahiya hewayê ya herî kêm di bin sifirê da 31 pile li Tekmana navçeya Erziromê hat pîvandin

Ağrı

Li Erzirom, Erdexan û Agiriyê bandora hewaya sar çêbû.

Li bajarê ku germahiya hewayê di bin sifirê da 15 pile hat pîvandin hewaya sar dewam dike.

Li bajêr qeşa û cemed çêbû, paceyên wesayîtan qeşa girt.

Li Taxa Haciomerê ya li ser Tekmana navçeya Erziromê germahî di bin sifirê da 31 pile hat pîvandin.

- Agirî

Li Agiriya ku termomêtroyan germahiya hewayê ya bi şev di binê sifirê da 20 pile nîşan da, ji ber sermayê qeşa û qiravî çêbû.

Ji ber sermayê Çemê Muradê qeşa, dar û beran jî qiravî girt.

Hin welatiyan betanî û çadir avêtin ser wesayîtên xwe ku ji sermayê biparêzin.

- Erdexan

Li Erdexanê jî sir û serma heye.

Li bajarê ku germahiya hewayê ya bi şev di binê sifirê da 24 pile ye qeşa çêbû.

Ji ber sir û sermayê paceyên avahî û kargehan qeşa girt, li ser dar û beran qiravî çêbû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın