Li Qers û Erdexanê ji ber berfê rêya 47 gundan hatiye girtin

Kars
Li Qers û Erdexanê ji ber berfê rêya 47 gundan ji hatûçûnê ra hatiye girtin.
Ji ber mercên neyênî yên hewayê li navenda Qersê 3, li Akyakayê 2, li Arpaçayê 1, li Dîgorê 7, li Kaxizmanê 8, li Sariqamîşê 3, li Selîmê 3 û li Susuzê jî 7 bi giştî rêyên 34 gundan hatine girtin.
Li Erdexanê jî ji ber berf û bahozê li navendê 8, li Goleyê 5 bi giştî rêyên 13 gundan hatine girtin.
Ekîbên Îdareya Taybet a Parêzgehê ji bo vekirina rê xebatên xwe didomînin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.