Li Qersê Sûlava Susuzê ya ji ber sermayê qerisiye ji hewa da hat kişandin

Kars
Li Qersê ji ber sir û seqemê beşeke mezin a Sûlava Susuzê qerimî.
Li bajarê ku bi şev germahiya hewayê heya 22 pileyan daket bin sifirê, ji ber sermayê çem, gol û sûlav qerisîn.
Beşeke mezin a Sûlav Susuzê jî bi tesîra sermayê qerisî ku li ser rêbejaya Qers-Erdexanê ye û ji 75 metre bilindahiyê dikişe û tê xwarê.
Sûlava ku bi dronê hat kişandin û derdora wê di bin berfê da maye, dîmenên sipehî derxistin holê.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.