Li Qersê roviyê birçî bû mêvanê welatiyên ku geşt û seyran dikirin

Kars
Welatiyên ku li quntara Keleha Qersê geşt û seyran dikirin zikê roviyê birçî jî têr kirin.
Roviyekî birçî bû mêvanê welatiyên li seyranê.
Dema welatiyan li quntara Keleha Qersê li taxa Dereîçîyê seyran dikirin û mangal vêxistin roviyek hat cem wan.
Welatiyan goştê mirişkê dan rovî û ew têr kirin.
Roviyê ku zikê wî têr bû piştî demekê çû.
Ahmet Yildirimê goşt da rovî ji nûçegihanê AAyê ra wiha got: "Dema ku me li Qersê seyran dikir, roviyek hat cem me. Ez cara ewil e ku bûm şahidê tiştekî wiha. Me mirîşk û nan da wî. Wî hinek jê xwar û hinek jî di devê xwe da kom kir. Îhtimaleke mezin wî ji têjikên xwe ra bir."