Tirkiye

Li Qersê liv û tevgera li bazarên heywanan zêde bû

Cüneyt Çelik, Hüseyin Demirci, Ömer Tarsuslu  | 26.06.2023 - Rojanekırın : 27.06.2023
Li Qersê liv û tevgera li bazarên heywanan zêde bû

Kars

Li Qersa ku li Tirkiyeyê ji yek parêzgehên sereke yên xwedîkirina heywanan e, bi minasebeta Eyda Qurbanê liv û tevgera bazarên heywanan zêde bû.

Li herdu bazarên heywanan ên li navenda Qersê û li yên navçeyên Selîm û Sariqamûşê liv û tevger berî eydê germ bû.

Çi ji navenda parêzgehê çi ji navçeyan heywandaran pez û dewarên xwe anîne bazarê da ku bifiroşin. Li bazarê heywandar û kiriyar hevdu dibin tînin ku li ser bihayên qurbanan li hev rûnên.

Li bazara heywanan a li Taxa Alparslanê ya li navenda bajêr, welatî qurbanên ku distînin, didin pêşiya xwe û dibin mal.

Ekîbên Midûriyeta Ewlekariya Parêzgehê jî li qadên bazaran ên qelebalix lê çêbû, tedbîrên ewlekariyê sitandin.

Serokê Yekîtiya Canegeyên Tovî ya Qersê Eren Alp ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, li qadên bazaran qelebalixî çêbû, li Tirkiyeyê jî heywanên ji Qersê diçin, eleqeyê dibînin.

Alp bal kişand ku li Qersê heywanên qurbanê li zozan û mêrgên bêserûber diçêrin û wiha got, "Heywanê Qersê li Tirkiyeyê ew heywan e ku herî zêde tê tercihkirin. Lewra ev heywan li mêrgên xweş ên Qersê diçêrin û goştê wan pir bi tam dibe."

Heywandar Hasret Akbulak jî diyar kir, wî 72 pezê qurbanê anî bazarê, jê 50 firotin û wiha dewam kir, "Em pez bi 3-5 hezar lîreyî difiroşin, kîloya wê tê 90 lîreyî. Tama goştê heywanên me xweş e, ên dizanin eleqeyê nîşan didin."

Li Bazara Heywanan a Sariqamûşê jî heywandar Miraç Boztoprak diyar kir, ew ji bo canegeyê xwe yê 650 kîlogramî yê aniye bazarê, li benda mişteriyekî ye ku 80 hezar lîreyî bide."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın