Jiyan

Li Qersê bendava ku masiyên wê li gor usûla Eskîmoyan tên girtin, qerimî

Cüneyt Çelik  | 07.01.2026 - Rojanekırın : 08.01.2026
Li Qersê bendava ku masiyên wê li gor usûla Eskîmoyan tên girtin, qerimî Cüneyt Çelik

Kars

 Li Qersê di sir û seqemê da bendava ku masiyên wê li gor usûla Eskîmoyan tên girtin, qerimî.

Li bajarê ku germa hewayê heta 31 pileyan dikeve binê sifirê, gelek qadên avî qerimîn û cemed girtin.

Li navçeya Selîmê rûyê Bendava Bayburtê ku li ser Çemê Bozkuşê seba ava vexwarin û avdêriyê hatiye çêkirin, cemed girt.

Bi ketina berfê ra bendav di binê berfê da ma û dîmenê bendavê bi dronê hat kişandin.

Kesên ku li gundê derdorê dijîn, li ser bendava ku cemedê pêçaye, car caran bi usûla Eskîmoyan masiyan jî digirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın