Li Newala Munzurê dîmenê hirçeke boz a ku ji xewa zivistanê rabûbû digel kudikên wê hat kişandin

Tunceli
Li Parka Neteweyî ya Newala Munzurê ya li Tunceliyê dîmenê hirçeke boz a ku ji xewa zivistanê rabûbû digel 2 kudikên wê hat kişandin.
Parka Munzurê bi siruşta xwe ya destlênedayî û bedewiya xwe mazûvaniya gelek cureyên zîndeweran dike.
Li parka ku ji nêzîka 42 hezar hektarî pêk tê, cureyên weke gur, werşeq, kulbeş, siorî, pezkovî, beraz,semor, qerteş, hirç û kund lê dijîn.
Li newala ku bi hatina biharê ra vedije, dîmenê hirçeke boz a ku ji xewa zivistanê rabûbû digel 2 kudikên wê hat kişandin.
Hirçên ku maweyekê li qada daristanê geriyan bi neperuşkan erd dikolan û tiştên ku di bin axê da dîtin dixwarin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.