Çand û huner

Li navçeya dîrokî ya Amediyeya Dihokê minareya mezin ya ku ji serdema Osmaniyan maye balê dikişîne

Haydar Şahin, Emrah Akbulak  | 17.10.2025 - Rojanekırın : 18.10.2025
Li navçeya dîrokî ya Amediyeya Dihokê minareya mezin ya ku ji serdema Osmaniyan maye balê dikişîne Haydar Şahin

Ankara

 Navçeya Amediyê ya Dihoka bajarê Herêma Kurdistana Iraqê, bi avahiya xwe ya biheybet û minareya xwe ya mezin ya ku ji serdema Osmaniyan maye bala turîstên herêmî û biyanî dikişîne.

Welatiyên ku ji germa havînê direvin, berê xwe didin Dihokê ya ku li bakurê welat e. Navçeya Amediyê jî ku bi hewaya xwe ya sar û sirûşta xwe ya kesk pêşwaziya mêvanan dike, bi aliyê xwe yê dîrokî balê dikişîne.

Bajarê ku li ser girekî zinarî yê ku pişta xwe daye Çiyayên Metînayê, di navbera Çiyayên Metîna yên li ser sînorê Tirkiyeyê û Çiyayê Garayê yê ku li hemberî wê rêz bûye da maye, mîna hêlîna qertelekî li ser herêmê xwedî cihekî serdest e.

Bajarê dîrokî yê ku li ser zinarê xwezayî yê mîna kelehê hatiye avakirin, bi sedan sal in wek navendeke leşkerî û cihê niştecihbûnê derdikeve pêş.

Di cihê niştecihbûnê yê mîna hêlîna qertelê da, bi giştî 7 mizgeft hene, lê belê xelkê navçeyê ji bo nimêja înê piranî Mizgefta Mezin ya dîrokî tercîh dike.

Minareya mizgefta dîrokî ya ku di dema Mîrê Behdînanê Huseyîn Welî yê di navbera salên 1534 û 1570yî da di bin serweriya Osmaniyan da bû, hatiye avakirin, bi dirêjahiya xwe ya 30 mêtroyî û firehiya xwe ya 3 mêtroyî, heybeta mîmariya wê serdemê nîşan dide.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.