Tirkiye

Li Meletiyê minibêsa rêwiyan welgeriya, 8 kes birîndar bûn

Orhan Yoldaş, Oktay Demirci  | 08.02.2025 - Rojanekırın : 08.02.2025
Li Meletiyê minibêsa rêwiyan welgeriya, 8 kes birîndar bûn

Malatya

Li Doganşehîra navçeya Meletiyê minibêsa rêwiyan welgeriya, di encamê da 8 kes birîndar bûn.

Minibêsa rêwiyan a bi plakaya 44 J 3345 a ku M.D diajot li rêya Meletî-Adiyemanê li texma Suçatiyê ji kontrolê derket û li bariyeran xist û welgeriya.

Di qezayê da 8 rêwiyên di minibêsê da birîndar bûn.

Li ser îxbarê ekîbên îtfaiye, cendirme, polês û tenduristiyê sewqî cihê qezayê kirin.

Birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên cuda yên li bajêr.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın