Li Meletiyê ava vexwarinê êdî di asta asayîbûnê da ye

Malatya
Midûriyeta Giştî ya Îdareya Av û Qanalîzasyonê ya Meletiyê (MASKÎ) piştî erdheja bi mezinahiya 5,3 ya ku li Yeşîlyurtê çêbûbû daxuyanî weşandibû û xwestibû ku bila kes avê bi kar neyne û îcar di encama xebatên xwe da ragihand ku êdî talûke nemaye û welatî dikarin ava vexwarinê ya bajêr vexwin û bi kar bînin.
Di daxuyaniya MASKÎyê da hat bibîrxistin ku di 10ê Tebaxê da piştî erdheja bi mezinahiya 5,3an ava Tesîsa Gunduzbey Kaptajê şêlû bû. Hat gotin ku ew pirsgirêk hat çareserkirin û êdî ji bo vexwarina avê tu pirsgirêk tuneye.
MASKIyê di daxuyaniya xwe da ragihand ku di encama lêkolînên li laboratuvarê da eşkere bû ku av paqij e û ji bo xwarin, vexwarin û bikaranînê pirsgirêk tuneye.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.